KURÎ
Daxuyanî ji bo Rayagiştî
Der barê polîtîkayên înkarê û hewldanên helandina cihêrengiyê li Sûriyeyê
Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn
Xwedayê Mezin di pirtûka xwe ya pîroz de dibêje:
﴿وَمِنْ آيَاتِهِ خَلْقُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَاخْتِلَافُ أَلْسِنَتِكُمْ وَأَلْوَانِكُمْ ۚ إِنَّ فِي ذَلِكَ لَآيَاتٍ لِّلْعَالِمِينَ﴾
Bi baweriyeke kûr a bi pîroziya cihêrengiya ku Xaliqê mezin xwestiye, û bi berpirsyariyeke dîrokî li hember xwîna şehîdan û fedakariya gelên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em wek Kongreya Îslama Demokratîk bi fikarên mezin geşedanên dawî yên piştî peymana 29'ê Rêbendana 2026'an dişopînin. Ev peymana ku li ser bingeha "têkelbûnê ne helandinê" hatibû avakirin, îro ji ber mejiyên ku hîn dîlên fikrê înkar û dûrxistinê ne, rûbirûyî paşveçûneke xeternak dibe.
Yekem: Em teqez dikin ku cihêrengî ayeteke îlahî ye, ne bijarteyeke siyasî ye. Tiştê ku em îro dibînin ji hewldanên ferzkirina zimanekî bi tenê û fikreke yekalî, û rakirina navên saziyan ên bi zimanên pêkhateyên resen ên Sûriyeyê li Hesekê û Qamişlo û danîna îfadeyên înkarê di şûna wan de, ne tenê rûtineke îdarî ye, lê belê êrîşeke eşkere ye li ser ayetên Xwedê di afirandina Wî de. Cudahiya zimanan, rengan û neteweyan ji hikmeta Xwedê ye. Hewldana helandina van pêkhateyan di nav qalibekî de, gunehek e li dijî cewherê Îslamê ku Pêxemberê me (s.a.w) di xutbeya xatirxwestinê de dibêje: "Gelî mirovan, Xwedayê we yek e, bavê we yek e. Hişyar bin, tu serdestiya erebekî li ser ne-erebekî, û ne ya ne-erebekî li ser erebekî, ne ya yekî sor li ser yekî reş, û ne ya yekî reş li ser yekî sor tune ye, tenê bi teqwayê nebe".
Duyem: Gelê Kurd neteweyekî bi sebir e û dîrokê wî tije fedaşî û qehremanî ye; em nikarin îro ava bikin bi înkarkirina rabirdûyê. Gelê Kurd bi sedsalan rastî polîtîkayên qirkirin, biçûkxistin û hewldanên tunekirina çandî hat, tevî ku her dem di rêza pêşîn de bûn ji bo parastina vî dînî û nirxên heqîqet û edaletê. Wekî encama bi dehan salên vê înkarê, gelê Kurd rojeke salê wekî 'Roja Zimanê Kurdî' pîroz dike; pîrozbahiyeke ku asta girêdana vî gelî bi reseniya zimanê wî û berxwedana nasnameya wî ya li hember hemû hewldanên tunekirinê kurtebir dike. Ev xwedîlêderketin mafekî şer'î û nirxekî mirovî ye ku em rûmetê didinê û pîroziya wê teqez dikin. Kurdên ku peyrewên miletê bavê xwe Îbrahîm in (yê ku navê me danî Misulman), ji kesî xêrê naxwazin; ew mafekî xwezayî û şer'î bi kar tînin ku hebûn, nasname û zimanê wan wekî beşekî bingehîn ji tevna Sûriyeyê were naskirin.
Sêyem: Ruh û cewherê Îslamê baweriyê bi piralîbûn, cihêrengî û parastina taybetmendiyên gelan tîne. Divê em balê bikişînin ser xetereya înkarkirina yê din û hewldana ferzkirina nasnameyeke yekalî; dîn ji bo azadkirina mirovan hatiye ne ji bo kolekirina wan, ji bo komkirina wan hatiye ne ji bo perçekirina wan.
Li ser vê bingehê, em wek Kongreya Îslama Demokratîk van xalan teqez dikin:
1. Redkirina me ya qetî ji bo hemû kiryarên "helandina çandî" û rakirina zimanên neteweyî (Kurdî) ji saziyên fermî. "Em daxwaza pêwîstiya cihgirtina zimanê Kurdî di her destûreke Sûriyeyê ya bê de wekî zimanekî fermî dikin, û her wiha divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo zarokên gelê Kurd di hemû qonaxên perwerdehiyê de were garantîkirin; ev yek mafekî neteweyî û destûrî ye ku bi tu awayî paşxistinê qebûl nake."
2. Bangawaziya me ji bo hemû hêzên siyasî, bi taybetî li paytext Şamê, ku mejiyê qebûlkirina yê din û naskirina destûrî ya cihêrengiya etnîkî û zimanî bipejirînin.
3. Teqezkirina me ku Sûriyeya pêşerojê divê bibe ya hemû Sûriyan û cih bide her kesî di bin sîwana "Hevwelatiya Demokratîk" de.
Di dawiyê de, em xwe dispêrin gotina Xwedayê Mezin:
﴿يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلْقُناكُمْ مِنْ ذَكَرٍ وَأُنْثى وَجَعَلْناكُمْ شُعُوباً وَقَبائِلَ لِتَعارَفُوا إِنَّ أَكْرَمَكُمْ عِنْدَ اللَّهِ أَتْقاكُمْ﴾.
صدق الله العظيم
Kongreya Îslama Demokratîk
13'ê Gulana 2026
26'ê Zûelqide 1447 h.
عربي
بيان للرأي العام حول سياسات الإنكار ومحاولات طمس التنوع في سوريا
بسم الله الرحمن الرحيم
يقول الله تعالى في محكم تنزيله: ﴿وَمِنْ آيَاتِهِ خَلْقُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَاخْتِلَافُ أَلْسِنَتِكُمْ وَأَلْوَانِكُمْ ۚ إِنَّ فِي ذَلِكَ لَآيَاتٍ لِّلْعَالِمِينَ﴾ (الروم: 22).
بإيمانٍ راسخ بقدسية التنوع الذي أراده الخالق عز وجل، وبمسؤولية تاريخية تجاه دماء الشهداء وتضحيات شعوبنا في شمال وشرق سوريا، نتابع في مؤتمر الإسلام الديمقراطي بقلق بالغ التطورات الأخيرة التي أعقبت اتفاق 29 كانون الثاني 2026. إن هذا الاتفاق الذي بُني على مبدأ "التكامل لا الصهر"، يتعرض اليوم لانتكاسة خطيرة من قِبل عقليات لا تزال أسيرة فكر الإنكار والإقصاء.
أولاً؛ نؤكد أن التنوع آيةٌ إلهية وليس خياراً سياسياً؛ وإن ما نشهده اليوم من محاولات لفرض لغة واحدة وفكر أحادي، وإزالة أسماء المؤسسات المكتوبة بلغات المكونات السورية الأصيلة في الحسكة وقامشلو واستبدالها بعبارات إقصائية، ليس مجرد إجراء إداري، بل هو اعتداء سافر على آيات الله في خلقه...! فإن اختلاف الألسن (اللغات) والألوان والأعراق هو من تدبير الخالق، وإن محاولة صهر هذه المكونات في قالب واحد هي معصية لجوهر الإسلام الذي يقول فيه نبينا الكريم ﷺ في خطبة الوداع: "يا أيها الناس، إن ربكم واحد، وإن أباكم واحد، ألا لا فضل لعربي على أعجمي، ولا لعجمي على عربي، ولا لأحمر على أسود، ولا لأسود على أحمر إلا بالتقوى".
ثانياً؛ إن الشعب الكردي، أمةٌ صابرة وتاريخه مليء بالتضحية والفداء، ولا يمكننا صياغة الحاضر بإنكار الماضي. لقد عانى الشعب الكردي، عبر قرون من الزمن، من سياسات الإبادة والتهميش ومحاولات المحو الثقافي، رغم أنهم كانوا دوماً في طليعة المدافعين عن حياض هذا الدين وقيم الحق والعدل، متمسكين بأخوة الشعوب ومنطق العيش المشترك؛ ونتيجة لعقود من هذا الإنكار، بات الشعب الكردي يحتفل بيوم من العام "بيوم اللغة الكردية"، احتفاءً يختصر مدى تعلق هذا الشعب بأصالة لسانه وصمود هويته أمام كل محاولات الطمس. إن هذا التمسك هو حق شرعي وقيمة إنسانية نثمنها ونؤكد على قدسيتها. إن الكرد، الذين اتبعوا ملة أبيهم إبراهيم الذي سمانا المسلمين، لا يطلبون منّة من أحد، بل يمارسون حقاً طبيعياً وشرعياً في الوجود والاعتراف بهويتهم ولغتهم كجزء لا يتجزأ من النسيج السوري.
ثالثاً؛ إن روح الإسلام وجوهره، يؤمن بالتعددية والاختلاف والتنوع والاجتهاد ومراعاة خصوصيات الشعوب؛ ولا بدَّ من التنويه إلى خطورة إنكار الآخر المختلف ومحاولة فرض هوية واحدة بما يتنافى مع أصل الشعوب التي خلقها الله عز وجلَّ بتنوعها؛ فالدين جاء ليحرر الناس لا لِيستعبدهم، ولِيجمعهم لا لِيفرقهم.
وبناءً عليه، فإننا في مؤتمر الإسلام الديمقراطي نؤكد على الآتي:
1. رفضنا القاطع لكل ممارسات "الصهر الثقافي" وإزالة اللغات القومية (الكردية،) من المؤسسات الرسمية، ونعتبر ذلك مخالفاً لروح اتفاق التكامل، ونطالب بضرورة تضمين اللغة الكردية في أي دستور سوري قادم كلغة رسمية، وضمان حق أبناء الشعب الكردي في التعليم بلغتهم الأم في كافة المراحل التعليمية، كاستحقاق وطني ودستوري لا يقبل التأجيل.
2. دعوتنا لكافة القوى السياسية، وخاصة في العاصمة دمشق والمؤسسات الناشئة عن الاتفاق، لتبني ذهنية تقبل الآخر والاعتراف الدستوري بالتنوع الإثني واللغوي في سوريا.
3. تأكيدنا على أن سوريا المستقبل يجب أن تكون دولة لكل السوريين، تتسع للجميع تحت سقف المواطنة الديمقراطية.
وأخيراً، نعتصم بقوله تعالى: ﴿يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُم مِّن ذَكَرٍ وَأُنثَىٰ وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ لِتَعَارَفُوا ۚ إِنَّ أَكْرَمَكُمْ عِندَ اللَّهِ أَتْقَاكُمْ﴾ صدق الله العظيم
مؤتمر الإسلام الديمقراطي
12 أيار 2026
٢٦ ذو القعدة ١٤٤٧ هـ
